Dadgeha Fedral ya 9an ya bajarê San Francisco, li eyaleta California, êvariya roja Pêncşemê biryar da ku, fermana serok Trump ya qedexeya hatina xwecihên 7 welatên piraniya wan Misilman, bihêt ragirtin û kesên ji wan welatan dikarin bihên Amerîka.
Dadgeha San Francisco bi amadebûna hersê dadgeran, Richard Clifton, Michelle Friedland û William Canby, biryar girtin ku fermana serok Trump bihêt cemidandin. Hersê dadgeran wekhev biryarnameya ji 29 laperên pêkhatî di panêlekê de ragihandin û behane û argomêntên hikûmetê yên rê nedana hatina xelkê van 7 welatan bo ser axa Amerîka ne pejirandin.
Çend xûlekan piştî biryara dadgeran serok Trump bi riya twîtekê bersiv da dadgeran û got "We li dadgehê dibînim, ewlekariya Netewa me di metirsiyê de ye".