Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku Encamên Hilbijartinan bi Mehan Diyar Nebin


Serokê Amerîka Donald Trump roja înê got ku renge encamên fermî yên hilbijartinên serokartiyê meha Çirya Paşîn bi mehan dirêj bikin heta ku diyar bibin, bi sedema bijara şandina dengan bi riya postê ku dibe nîvê dengderên Amerîka îsal bi kar bînin, ji ber vîrusa koronayê.

Trump li dijî vê bijarê ye, û hunderiya alîgirên xwe dike ku biçin bingehên dengdanê û piştrast bikin dengên wan hatine tomarkirin.

Şarezayên hilbijartinan dibêjin dibe ku encamên dawî çend rojan dirêj bikin heta ku bi temamî diyar bibin, ji ber ku berpirsan pêwîstî bi demeke dirêjtir heye da dengan piştî roja hilbijartinan bijmêrin.

Di axaftinekê de li wîlayeta Virginia, Trump got ew dixwaze zû nas bike ka ew bi ser keftiye an ji dest daye, ne ku li benda dengan be ka kengî bi riya postê digihin.

Dadgehê vê mehê rê dan berpirsên wîlayetên Michigan, Pennsylvania, Wisconsin û Carolina Bakur ku dengên piştî roja hilbijartinê digihin bijmêrin, lê divê ew deng berî dawiya wê rojê, anku roja 3ê ya meha Çirya Paşîn, gihîştibin.

Rapirsiyên nerînan nîşan didin ku Demokrat bêhtir dixwazin dengên xwe bi riya postê bişînin û neçin cihên dengdanê, ji ber belavbûna COVID-19. Helmeta Trump a hilbijartinan, li hejmarek wîlayet dozên yasayî li dijî şandina dengan bi riya postê rakirine.

Çend rojan berê, Trump red kir ku pêgir be bi veguhestina aştiyane ya desthilatê eger ew hilbijartinan li beramber Joe Biden ji dest bide û got ew pêşbîniya wê yekê dike ku dadgeha bilind navê kesê serkeftî ragihîne.

XS
SM
MD
LG