Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojek Bizehmet Ya Danûstendinên Trump Û Erdogan


Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan herdu hevpeymanên NATO nîvroya Çarşemê li Qesra Spî li Washington dê danûstendina derbarê hin mijarên giring encam bidin.

Çavdêr weha didin zanîn ku ev dema herî aloz ya têkliyên navbera herdu welatan de ye, ew li ser gelek mijaran ne hevbîrin.

Erdogan û Trump Çarşemê rastî ajendayek bizehmet tên, di nava zehmetîyan de biryara Tirkiyê ya kirîna sîstema S-400 ya berevaniyê ye ji Rûsya, bazarê kirîna firokên F-35 yên Amerîkî, herwiha êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdna li bakur û rojhilatê Sûriyê ku hevpeymanên Amerîkane, dîsan hin aloziyên din ku ciyê nakokîyê ne dibin gef li hember bazarekê bazirganî di navbera herdu welatan de ku buhayê 100 mîlyar Dolaran e.

Piştî civîna herdu serokan, danê êvarî dê preskonferansek hevbeş li Qesra Spî encam bidin, ku di heman demê de, li Kongresa Amerîkî guhdarî û lêpirsînên prosesa dûrxistina Trump hene, wek Serokê Amerîka. Ev jî Lêpirsîna fermî ya li dij serok Trump ya keyê ye.

Hin endamên Kongresa Amerîkî dibêjin, pêwîst bo bi ti awayî Erdogan bo Qesra Spî nehat baye bang kirin ev dem û ciyekê ne destdaye ku Erdogan bihê Qesra Spî.

Meha derbazbûyî bi piranîya dengan Kongresa Amerîkî proje yasaya cezayên li ser Tirkiyê danî bûn, di proje biryarê de pêwîste ceza li ser berpirsên dewlet û artêşa Tirkîyê bihên sepandin jiber operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dij Kurdan li bakurê Sûriyê pêk anîye.

Senatora demokrat Jeanne Shaheen, ku ji eyaleta New Hampshire dibêje "Niha dem û ciyek ne destdaye ji bo mêhvandarî û danûstendinan li gel dîktaterkî bihên kirin."

Di civata senatoran de, du senatorên demokratan yasayek derkir karên hikûmeta tirkî li hember rojnamevan, siyasetvan û kêmanîyan û yên din şermezar kirin.

Ew dibêjin, hikûmeta tirkî zêdetirî 80,000 kes zîndan kirine, 1500 sazî daxistine û zêdetirî 130,000 karmend û fermanber ji karên wan hatine dûrxistin.

Derabrê serdana Erdogan berpirsekî Qesra Spî yê di asta bilind de gotîye, di serdana Erdogan de bo Qesra Spî Trump dê Erdogan xelat neke, lê ewê danûstendinên dîplomasî encam bidin, berpirs dîsan dibêje, danûstendin û şêwirîna cidî û di asta bilind de li ser rewşa aloz ya bakurê Sûriyê pêwîstin ku bûye sedema peqîna rewşa li wê herêmê û derbederbûna hezaran kesan.

Amnesty International "AI" rêxistina Lêbûrîna Navnetewî di raporta xwe de belge kirîye ku binpêkirina mafan, kuştin û derbeder kirina xelkê sivîl û derxistina bi darê zorê yê xelkên sivîl ji ser erd û malaên wan ji aliyê grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve hatine encam dan, ku dikevin di çarçeva tawanên cengê de, û zêdetirî 100,000 kes ji malên xwe revîne û rastî bê nan û avîyê tên.

XS
SM
MD
LG