Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştî Twîteka Tund li Gel Macron Kom Dibe


Pitşî gihîştina Parîsê serokê Amerîka Donald Trump li koşka Elysee li gel serokê Frensa Emmanuel Macron kom bû ji bo gotûbêjkirina ewlakariya Ewrupa û Rojhilata Navîn.

Trump li gel xanima yekem Melania Trump serdana Ewrupa dike ji bo beşdarbûna di ahenga salvegera 100î ya agirbesta ku dawî li şerê cîhanê yê yekem anî.

Aheng sibe Yekşemê birêve diçe û wê bi dehan serkirdeyên cîhanê lê amade bin.

Trump di Twîteka xwe de rexne li banga Macron a artêşaeka Ewrupî kir û pêşniyar kir ku Ewrupa" para xwe” ya NATO bide berî ku hizra hêzekê li ser asta Ewrupa bike.

Macron gotibû pêwîste Ewrupî li beramber gefên Mosko “ xwe biparêzin” û ev parastin pêk nayê eger Ewrupiyan “Artêşeke durust nebe.”

XS
SM
MD
LG