Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Ser Bûyera George Floyd û Protestoyan Bo Cara Yekê Diaxiv E


Donald Trump Serokê Amerîka

Serokê Amerîka Donald Trump êvarîya Duşemê li baxçê Koşka Spî li paytext Washington piştî alozî û meşên protesyî yên jibo George Floyd yên ev çend rojin dom dikin, bo cara yekê axiftinek pêşkeş kir.

Serok Trump li Rose Garden yê Koşka Spî di peyva xwe ya kurt da got" Ez weke serok rola min ewe ku hemû gel û welatî biparêzim, min sond xwariye ku yasaya dewletê bicih bînim, û eve ya ku ez dê bikim".

Trump herwiha got, Amerîkî hemû xemgînbûn jibo mirina George Floyd ya bi şêweke hovane. Trump dirêjî bi axiftina xwe da û got, rêveberiya min pêgire ku dadwerîyê jibo George Floyd û malbata wî pêk bîne.

Dema ku serok Trump li baxçê gulan "Rose Garden" li Koşka Spî peyva xwe pêşkeş dikir, xwepêşander li derveyî avahî di nava çalakiyan dabûn û rewşeke aloz di navbera xwepêşander û hêzên parastina yasayê da dom dikirin.

Trump got, pêwîste walî û parêzgarên eyaletan bi başî tev bigerin heta ku yasayê berqera bikin û xwepêşandanên tund li bajarêr û eyaletan bidawî dikin.

Trump got, eger ku bajêrek yan eyaletek tedbîrên baş bo parastina giyan û malê welatiyan wer negirin, wî çaxî ezê leşkeran bişînim daku prisgirêkan bilez çareser bikin."

Trump dîsan got "Ez serokê Amerîka me, ez sistem û ez yasa me". Trump di beşekî afitna xwe da balkişand ser wêrankarî û ziyanên ku jiber çalakiyên protestoyî gihane karsaz û milk û malê welatiyan.

XS
SM
MD
LG