Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îşev Gotara Salane ya State of The Union Pêşkeş Dike


Capitol Hill, Avahiyê Kongresê li Washington DC
Capitol Hill, Avahiyê Kongresê li Washington DC

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Sêşemê li ser Çarşemê dê gotara salane ya rewşa yekîtiyê "State of the union" pêşkeş bike û nameya vexwendinê ya kongresê erê kirîye, kongresa ku di hewildana împîçkirina wî daye.

Ev yek di wî çaxî de pêk tê dema ku hatî pilan kirin ku, roja Çarşemê Civata senatoran dê dengî bide kanê Trump dê bihê Împîçkirin yan jî dê bêtawan derkeve.

Ji ber ku partîya serok Trump ku piraniya Civata Senatoran pêk tîne û piranî Komarîne nayê dîtin ku dengî li dij Trump bidin û ewê derbarê herdu xalan de, xerab bikaranîna desthilatê û asteng kirina qanûnê bêtawan wî derxînin, jiber ku pêwstî bi sêyeka dengan heye heta ku Trump tawanbar bihê dîtin.

Profesorê zanistên siyasî David Cohen dibêje"Tiştekî ku qet ne rûdaye di dîroka gelê Amerîka da ku serokek tê împîçkirin û bo cara duyan xwe berbijar dike û gotara salane ya rewşa yekîtîya welat pêşkeş bike" eve weke xeyaleke siyasî ye lê dîsan em dibînin ku ew pêk tê.

Cohen dibêje "naxwazim pêş naveroka gotarê bikevim, lê wek dibêjin wî peymanên bazirganî li gel welatên biyanî encam dane ku mirovî qet bawer nedikir tiştek weha dê bibe. Wî du berpirsên rêxistinên terorîst kuştin ku berpirsbûn ji kuştina bi dehan welatiyên Amerîkî".

Çavdêr li bendê ne kanê Trump dê di gotara rewşa yekîtîya welat (State of the uinon) da çi bêje û çi behis bike.

XS
SM
MD
LG