Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Û Trump Li Benda Encamên Hilbijartinan Dimînin


Di navber herdu bingehên dengdanê de, yên ku, Hillary û Trump tê de dengên xwe dane, maweke kurt heye, Hillary li xwandingeha destpêkê li New York li nêzîk mal wê, tevî mêrê xwe Bill Clinton dengê xwe da, herweha Trump li herêma Manhattan li bingehekê dengdanê dengê xwe dan.

Piştî dengdanê Hillary bi riya hevpeyvineka radioyê behsa bernama û projeyên xwe kirin herweha behsa şopandina encamnên hilbijartinan kir.

Hillary piştî dengê xwe bikar anî,li gurî raportên rojnamevanî ew û tevî malbata xwe dê herin mala wan ya li herêma Manhattan ya New York nek jibo bêhinvedanê belkî ewê tevî hejmareke pispor û lêkolînvanan jibo pêzanînan kêlî bi kêlî û encamên hilbijartinan bidin wê, herweha rewşa dengderan û yên hevirkê wê Donald Trump bidin wê.

Tê çaverêkirin ku Hillary piştî proseya dengdanê temam dibe û encamên destpêkê derkevin ewê di peyvekê de serkeftina xwe ragihîne û pîrozbahiyê li gelê Amerîkî bike.

Donald Trump kandîdê Komariyan dîsan li herêma Manhattan ya New York tevî xanima xwe deng da, tê çaverêkirin ku Trump li Tawera xwe ya li New York encamên hilbijartinan bişopîne û ciyekî taybet di Tawerê de çêkiriye jibo dema biserkeve li wêderê serkeftina xwe ragihîne.

Trump jibo Fox News axift û di axiftina xwe de got dema ku ew biser nekeve ev dê bibe jidestdana demekî yê herwe.

Li gur desteya destpakiyê ya Amerîka herdu kandîdan di kampêna hilbuijartinan de nêzîkî 7 Mîliyar dorlaran mezaxitine

XS
SM
MD
LG