Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokratên Encûmena Niwêneran Berevaniya Jikardûrxistina Trump Dikin


Serokê komîta dadwerî Jerrold Nadler

Demokratên encûmena niwênerên Amerîka berevaniya deqên jikardûrxistina a serok Donald Trump ku bi navê “impeachment” tê nasîn dikine û renge komîta dadwerî vê hefteyê li dor wê dengdanê bike, li gor serokê komîta dadwerî.

Niwêner Jerrold Nadler ji bernameya "State of the Union” a CNNê re got wê komîta wî ti biryarê li dijî Trump nade, heta piştî daniştina roja Duşemê ku wê tê de belgeyên komîta agahdariyê bidin ber çavan.

Vekolînên jikardûrxistina Trump ku gefê didin ser posta wî ya serokatiyê, balê didin ser telefoneka Trump li gel serokê Okranya ku tê gotin Trump tê de daxwaz ji Okranya kiriye vekolînan li dor kurê kandîdê Demokrat Joe Biden bike.

Nadler got:

“Wê gelek kes van deqên jikardûrxistinê binivîsin… Di demekê de ku wê beferehî û naverok û darêjtinên wan berçav werin dayîn, emê berî daniştinê ti biryaran nedin.”

XS
SM
MD
LG