Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Dest bi Vekolînên Nû li dor Kavanaugh Dike


Brett Kavanaugh
Brett Kavanaugh

FBI dest bi vekolînên nû kir li dor kandîdê Dadgeha Bilind Brett Kavanaugh.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser deaxwaza komîta dadwerî ya sînato fermana vekolînan da.

Trump doh êvarî di twîtekê de got:

“Îşev vekolîna me ya 7em li dor Brett Kavanaugh dest pê kir. Wê rojekê wek dadwerekî mezin ê Dadgeha Bilind a Amerîka pênasîn bi wî bibe .”

Trump di daxuyaniyekê de got vekolînên nû li dor idîayên destdirêjiya seksî ”pêwîste di çarçoweyeke sînordar û di kêmî hefteyekê de bin.”

Ev biryar tê xwendin wek vegerek ji helwesta rêveberiya Trump ku digot vekolîn berê li dor Kavanaugh bûne.

XS
SM
MD
LG