Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Giha Hanoi û Trump bi Rê De Ye


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un roja Sêşemê giha bajarê Hanoi paytexta Vîetnamê bo beşdariya hilcivîna Duyan li gel serokê Amerîka Donald Trump.

Hanoi xwe amade dike bo pêşwazîkirina Hilcivîna Duyan ya di navbera Kim û Trump de ku sibê roja Çarşemê û Pêncşemê dê civîn di navbera herdu serokan de berdewam bikin, û tê çaverê kirin ji hilcivîna duyan ya piştî civîna Singapore tiştekî zelal derbarê nehiştina çekê navokî yê Koreya Bakur derkeve.

Piştî birîna 4000 kîlometran û 70 demjimêran bi rê de, trêna Kim ji başurê Çinê giha Hanoi, li dema gehiştinê ji aliyê girseyek qelebalix ve hat pêşwaî kirin.

Tê çaverê kirin ku serokê Amerîka Donald Trump Sêşemê êvarî bi rêya Firoka serokatiyê bigehe Hanoi.

Trump di dema bi rê ketinê de, bi rêya twîterê ragihand û got "ber bi Vietnamê, bo amadebûna civîna li gel Kim, em li benda civînek berhemdarîn".

Heta niha tiştekî zelal derbarê hilcivînê nehatiye eşkere kirin, tenê peyvdara Qesra Spî Sarah Huckabee Sanders di firoka serokatiyê de gote rojnamevanan, Trump û Kim roja Çarşemê bi amadebûna hejmarek şêwirmendan dê nanê êvarî bihev re bixûn.

Heta niha nayê zanîn kanê çima Kim ew rêya dirêj daber xwe û bi rêya tirênê di welatê Çînê re derbasî Hanoi bû.

Lê çavdêr didin zanîn ku dibe Kim dixwaze bi vê yekê têkiliyên xwe yên nêzîk nîşa Çînê bide.

XS
SM
MD
LG