Roja Duşemê berpirseka wezareta derve ya Amerîka ya di astek bilind de anî ziman ku ew bawer dike dê Hilcivîna Siyan di navbera serok Donald Trump û Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un de pêk bihê lê dema civînê nehatîye destnîşankirin.
Andrea L Thompson wekîla wezareta derve ya Amerîka bo pirsa bisinor kirina çekan û ewlekariya navnetewî ev yek bi daûyaniyekê eşkere kir, dema di konferansekê de li Washington axiftin kirî.
Wek tê zanîn heta niha du hilcivîn di navbera Trump û Kim de çêbûne, ya yekê li Singapore û ya Duyan jî vê dawiyê li Hanoi paytexta Vîetnamê pêkhatbû, lê encamek ji civînê derneket bû.