Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Îro Ya Lêpirsîna li Dij Trump Bo Sedema Duberîyê di Kongresê de


Komarî Doug Collins û Jerrold Nadle serokê komîta qanûnî

Civîna roja Duşemê di kongresa Amerîka de bo sedema derketina alozî û duberîyê ya împîçkirina serokê Amerîka ku ji aliyê serokê Komîta qanûnî ve dihat birêve birin. Civîn yekser hat qut kirin piştî ku yek ji nerazîyan qêriya û got"Me deng daye Trump." Polîsê parastina ewlekarîya Capitol Hill ew kes ji hola civînê derxist derveyî avahî.

Serokê komîta dadwerîyê Jerrold Nadler destpêka vekirina civîna Duşemê got"Serok Trump bi xwe, xwe anîye hemberî welat".

Di demek zû de, dibe di vê hefteyê de jî, encamên lêpirsînê derkevin, ku serok Trump derbarê pirsa Ukrayina tawanbar bihê dîtin ji bo kanê tevgerîyana wî ya telefona li gel serokê Ukrayina dê bikeve di çarçova bertîl û şaş kar anîna wezîfa xwe de yan na.

Demokrat weha dibînin ku Trump zext li ser serokê Ukrayina kirine heta ku lêpirsîna li dij hevrikê wî Joe Biden nekin ewê alîkarîyên leşkerî neşînin, ku Rûsya ji wê meselê sûdmend bûye.

Komarî yê di asta beriz de beşdarê Komîta dadwerîyê û henek bi rûniştina îro kirin û civîn bi "Tamsarî" bi nav kir.

Doug Collins herwiha got, Demokrat pirsa lêpirsînê di "roj û demjimêrek" diyar kirî de dixwazin alozîyan berî hilbijartinên 2020, çê bikin.

Collins dîsan dibêje"kesek dê gomana wî nebe ku ev bazarek pêşwext amade kirîye, ew li gel zatê xwe ne rastgo ne".

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev demek dirêje pirsa împîç kirina serok Trump di rojeva Amerîka de ye, komîta ewlekarîyê lêpirsînên xwe bidawî kirbûn û niha komîta qanûnî civînan encam dide, piştî civîn temam dibin dê dengdan di nava civata nûneran de pêk bihê, şûn de dê li civata pîran, ji aliyê senatoran de hikûm bihê biryar dan.

XS
SM
MD
LG