Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Brîtanî: Serok Trump Tîrmeha Îsal Dê Seredana Brîtanya Bike


 Arşîv: Donald Trump ligel serok hikûmeta Brîtanya Theresa May
Arşîv: Donald Trump ligel serok hikûmeta Brîtanya Theresa May

Mediya Brîtanî roja Şemiyê li gor berpirsên fermî yên Washington û London ê dibêje, serokê Amerîka Donald Trump li nîva sala 2018an dê seredana London bike, dibe ku di meha Tîrmehê de ev seredan bi encam bibe, lê Balyozxana Amerîka li London tiştek derbarê vê yekê de ne got.

Berdevka ofîsa Theresa May Serokwezîra Brîtanya gotiye, heta niha berpirs horgiliyên seredanê gotûbêj dikin, lê Daily Mail li gor berpirsekî hikûmeta Britanî gotiye, heta nihe bi şêweke asayî meha 7an Tîrmeh, weke dema seredanê hatiye destnîşan kirin.

Brîtanya dixwaze "têkiliyên xwe yên gelek baş" li gel Amerîka biparêze, bi taybet piştî biryara derketina ji Yekêtiya Ewrupa dayî, ew welat dixwaze pêgeha xwe bi cîhana re xûrt bike, bi taybet li gel Amerîka, heta nihe Donald Trump serokê Amerîka seredana Brîtanya nekirî ye.

XS
SM
MD
LG