Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump Daxwaza Damezrandina 10 Hezar Polîsan Dike


Serok Trump

Serok Donald Trump di axiftineke xwe de ya li hember hejmarek efserên bicî anîna yasayê li herêma Suffolk ya eyaleta New York daxwaz ji Kongresê kir daku, razîbûna xwe diyar bikin, li hember wezîfedarkirina 10 hezar polîsan ji bo başkirina rewşa ewlekarîy ê û nehiştina çete û xerabkaran, herweha daxwaz ji kongresê dike da ku yasayên koçberîyê bên serast kirin û rêgîrî li pêşiya xerabkaran bo nava axa Amerîka hebe û tedbîrên bihêztir bihên stendin.

Serok Trump ev daxwaz kir, piştî bûyera hefteya bûrî ya ku 15 kes ji grûba xerabkar ya MS-13 hatîn girtin, Turmp got "Divê rêgir û xerabkar nemînin".

Trump got, ji dema ew hatî serdesthilatê heta niha 78% rêjeya hatina kesên xerabkar ji sînorên başûrê rojavayê Amerîka kêmtir bûye, lê çavdêr ji vê rêjeyê bi gomanin, herweha eger li gur sala bûrî ya 2016an bihê hemberkirin, heta nûha 40% ji xerabkar û kesên ne yasayî li welat dimînin hatine girtin, weke Trump di axfitna xwe de tîne ziman.

Trump dibêje aramnca wan ewe divê grûbên MS-13 bi temamî bên kontrol kirin û biser wan de serkeftin hebe û got " Divê bajarên Me ji wan bihên paqij kirin".

Di beşekî axiftina xwe de serok Trump pesina John Kelly da, yê ku doh bi riya twîtan weke serokê dîwana Qesra Spî destnîşan kirî.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG