Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soz Da Ku 'Qedexeya Rêwîtiyê' Ya Misilmanan Ji Nû Ve Bisepîne


Donald Trump roja Şemiyê di kongreyeke Cihûyên Komarî de soz da ku ger ew ji nû ve were hilbijartin, dê qedexeya rêwîtiyê ya nakok ji nû ve were sepandin, ku hejmarek ji welatên ku piraniya wan Misilman bûn armanc.

Trump ji beşdarên lûtkeya salane ya Koalîsyona Komarî ya Cihûyan re got: "Em ê terorîstên Îslamî yên radîkal li derveyî welatê xwe bihêlin."

Wî got, "Qedexeya rêwîtiyê tê bîra we? Roja yekê ez ê qedexeya xwe vegerînim."

Di destpêka serokatiya xwe de di sala 2017an de, Trump qedexeyên berfireh li ser hatina rêwiyan ji Îran, Lîbya, Somal, Sûriyê, Yemen, Îraq û Sûdanê sepand.

Ferman zû di dadgehê de rastî pedaçûnan bû wekî nijadperestiya li dijî komeke olî, lê qedexeyê û rojeva tund a Trump li dijî koçberiyê erêkirinek di nava bingeha wî de bi xwe ve girt.

Serok Joe Biden di sala 2021an de di hefteya yekem a seroktiya xwe de ev qedexe red kir.

Trump di çalakiya ku li Las Vegasê li wîlayeta Nevada ya li başûrê rojavayê welêt hat lidarxistin de got ku "em ê ji her kesekî din bêhtir dost û hevalbendê xwe li dewleta Îsraîlê biparêzin."

Trump şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de wek "şerê di navbera şaristanî û hovîtiyê û di navbera qencî û xirabiyê de" anî ziman ku pêşwaziyeke germ ji beşdaran wergirt, di demekê de ku wî rêveberiya Biden kir armanc û ji rexnekirina hevrikên xwe yên komarî dûr ket.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG