Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Li Ohio Tevlî Rêveçûnekê Dibe


Serokê Berê yê Amerîka Donald Trump
Serokê Berê yê Amerîka Donald Trump

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, bo yekem car piştî êrîşa alîgirên wî li dijî kongrêsê, îro Şemîyê li wîlayeta Ohio rêveçûnekê li dar dixe, ku armanc jê ewe bihêzkirina hevbendên wî, sivikirina dijminên wî, û xurtkirina cihê wî di partîya Komarî de.

Di demekê de ku Trump hin axaftin pêşkêş kirine ji dema şikestina wî li beramber serokê Demokrat Joe Biden ve, ev rêveçûn nîşaneke vegera wî ye bo kombûnên mezin ji bo bihêzkirina bingeha wî ya gelêrî.

Ew dê her wiha dest bi helmetekê bike ji bo alîkarê berê yê Koşka Spî Max Miller li dijî niwêner Anthony Gonzalez, yek ji deh niwênerên komarî ku dengên xwe bi erê dan ji bo impîçkirina Trump, li dor bûyerên êrîşkirina avahîya kongrêsê di 6ê meha Çile de.

Trump soz daye ku helmetê li dijî wan deh niwêneran bike.

Çalakiya Ohio ew çalakiya gelêrî ya Trump ya yekem e. Ew dê piştre roja 30yê Hizêranê li gel hakimê Texasê Greg Abbott serdana sînorê Meksîk bike û roja 3ê ya Tîrmehê li wîlayeta Florida tevlî rêveçûnekê bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG