Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîn Derbarê Pêwendiya Trump û Rusiya


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê dezgehek lêkolînê ku sîxorek berê yê Birîtanî damezirand û destnîşan kir daku lêkolînê derabrê Donald Trump bike li demê bizavên hilbijartina serokatiyê, gote komîtek Senata Amerîka ku lêkolerî liser Trump dosiyek zanyariyan daye Bîroya Federalî ya Lêkolînan FBI jiber ku, ew gelek dilgiran bû derbarê egera pirsên ewlekariya nîştimanî.

Roja Sêşemê, sînator Dianne Feinstein kopiyek nivîskî ya wê gewahîdanê belav kir ku li meha 8, Hev-damezrênerê Fusion GPS, Glenn Simpson li pişt dergehên girtî dabû Komîta Dadê ya Senatê.

Kompaniya Simpson, Christopher Steele liser kar damezirand ku wê dosiya zaniyariyn berhem bîne û, cara yêkem malperek mohafizkar diravê Steele dida û pitşî hingê jî Demokratan, yêk ji wan dezgehê kempeyna hilbijartina rikebera Trump, Hillary Clinton.

Li gor wê rûnivîsa gewahîdanê, Simpson gote qanûndaneran ku Steele dilgiran bû berbijarek serokatîyê hatibe çavtirsandin û geflêkirin.

Simpson got, “Li gor dîtina min pirsgirêkek cî bi cî kirina qanûnê hebû derbarê hindê ka çi pîlanên neqanûnî hebûne ku qanûna bizavên hilbijartinan bin pê kiri be.”

Trump çi girîngî neda wê dosiyê û berdewam red kiriye ku dezgehê kempeyna wî tevî Rusiya çi pîlan gêrabin.

Simpson got Steele her weha gote wî ku FBI bawir kir ew zaniyariyên nav dosiyê “nedûre cihê bawiriyê bin”, jiber ku wan jêderek di nav dezgehê Trump de heye ku wî ji “îşaret daye hemen tiştî.”

Simpson got, “ew kesek mîna me bû ku, biryar da telefonê rake û tiştekî raport bike.”

Feinstein, Demokrata pile bilind li Komîta Dadê, got Simpson daxwaz kiriye ku, gewahîdana wî bi awayek nivîskî bo raya giştî were belav kirin û gelê Amerîka hejî hindê ye ku derfet hebin peyvên wî bibînin û bi xwe biryarê biden.

Serokê Komîta Dadê, Chuck Grassley têbînî liser vî karê Feinstein hebûn. Peyvdarek Komrîyan, Taylor Foy jî karên Feinstein bi napesand binav kir

XS
SM
MD
LG