Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dûr Dibîne Dozgerê Taybet Çavpêketinê Pê re Bike


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump Dibêje ku, pênaçe pêdivî be tevî Şêwirmendê taybet Robert Muller dîdarê ligel wî encam bide, derbarê lêkolîna Muller liser gotinên dibêjin destê Rûsya di kempêna hilbijartinên serokatiya Amerîka bi Rusîya re hebûne.

Trump roja Çarşemê di konferensek rojnamevanî de axivî, piştî bi Serokwezîra Nerwîcê Erna Solberg re civîn pêk anî.

Wî gotinên xwe dubare kir ku, çi pîlangêrî ligel Rûsiya nebûne û dîsan got, heta pênaçe ku çi çavpêketinek jî ligel Muller bê kirin.

Wî got, pîlangêriyek hebû, lê ew di rastî de di navbera Demokratan û Rusiyan de bû, dîsan got, bizavên bê encam di berdewam in.

Li gor raportan, Muller bi parêzerên Trump re ragihandiye ku, tîma wî dixwazin cavpêketinê bi serok Trump re bikin weku beşekê lêkolînê. Trump ew lêkolîn weke fêl û davek Demokratan bi nav kiriye.

Heta niha, di encama vê lêkolînê de, birêveberê berê yê kempêna Trump, Paul Manafort hatiye hokum dan û Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî yê berê Mike Flynn jî sûcê xwe pejirandiye.

Ji layek din ve, serokê dezgehek lêkolînê ku sîxorek berê yê Birîtanî damezirand û destnîşan kir daku lêkolînê derabrê Donald Trump bike li demê bizavên hilbijartina serokatiyê, gote komîtek Senata Amerîka ku lêkolerî liser Trump dosiyek zanyariyan daye Bîroya Federalî ya Lêkolînan FBI jiber ku, ew gelek dilgiran bû jiber girêdana wê bi pirsên Ewlekariya Nîştimanî re.

Sêşemê, sînator Dianne Feinstein kopiyek nivîskî ya wê gewahîdanê belav kir ku li meha 8, Hev-damezrênerê Fusion GPS, Glenn Simpson li pişt dergehên girtî dabû Komîta Dadê ya Senatê.

Kompaniya Simpson, Christopher Steele liser kar damezirand ku wê dosiya zaniyariyn berhem bîne û, cara yêkem malperek mohafizkar diravê Steele dida û pitşî hîngê jî Demokratan, yek ji wan dezgehê kempêna hilbijartinan rikebera Trump, Hillary Clinton.

Li gor wê rûnivîsa gewahîdanê, Simpson gote qanûndaneran ku, Steele dilgiran bû berbijarek serokatîyê hatibe çavtirsandin û geflêkirin.

Simpson got, “Li gor dîtina min pirsgirêkek cî bi cî kirina qanûnê hebû derbarê hindê ka çi pîlanên neqanûnî hebûne ku qanûna bizavên hilbijartinan bin pê kiri be.”

Trump çi girîngî neda wê dosiyê û berdewam red kiriye ku, sazîya kempêna wî tevî Rûsya çi pîlan gêra bin.

Simpson got, Steele gotiye wî ku FBI bawir kir ew zaniyariyên nav dosiyê “nedûre cihê bawiriyê bin”, jiber ku wan jêderek di nav dezgehê Trump de heye ku wî ji “îşaret daye hemen tiştî.”

Simpson got, “ew kesek mîna me bû ku, biryar da telefonê rake û tiştekî raport bike.”

Feinstein, Demokrata pile bilind di Komîta Dadê de got, Simpson daxwaz kiriye ku, gewahîdana wî bi awayek nivîskî bo raya giştî were belav kirin û gelê Amerîka ji hejî wê yekê ye ku, derfet hebin peyvên wî bibînin û bi xwe biryarê biden.

Serokê Komîta Dadê, Chuck Grassley têbînî liser vî karê Feinstein hebûn. Peyvdarek Komrîyan, Taylor Foy jî karên Feinstein bi "nayên qebûl" kirin binav kir.

XS
SM
MD
LG