Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Gotara xwe ya Salana “State of the Union” Pêşkêş Dike


President Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îşev li Kongrêsê gotara xwe ya salane ya bi navê State of the Union pêşêş kir.

Di gotara wî de xanima yekem a Amerîka Melania Trump, dadwerên dadgeha bilind, wezîrên hikûmeta Amerîka, seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi, cîgirê serok Mike Pence ku serokê sînatoyê ye jî, sînator û niwêner û jimareke berbiçav a siyasetmedar û berpirsên Amerîkî amade bûn.

Trump di destpêka gotara xwe de bixêrhatina amadeyan kir û got:

“Sê salan berê, me vegera mezin a Amerîka dest pê kir. Îşev, ez li pêş we radiwestim da ku encamên mezin parve bikim…tenê di sê salên kurt de, me mîntalîteya paşveçûna Amerîka ji hev xist û me kêmkirina çarenûsa Amerîka red kir. Em bi awakî pêşve diçine ku hema berî demeke kurt ne di xeyalan de bû, û emê qet başve neçin.”

Trump got rewşa Yekîtiya Amerîka ji her demekê berê bihêztir e.

Wî got:

“Nerîna ku ez îşev pêşkêş dikim, diyar dike çawa emê civaka navnetewî geş û berferh bikin, bi şîweyekî ku her welatiyek karibe tevlî serkeftina Amerîka bibe û her civakek karibe bibe beşek di pêşketina Amerîka ya bê hempa de.”

Serok behsa rewşa kar li Amerîka kir û got bêkarî di dema rêveberiya wî de di astên xwe yên herî nizim de ye, di dîroka Amerîka de.

“Di 8 salên rêveberiya berê de, bêhtirî 300.000 kesên di temenê kar de, ji kerta kar hatibûn dûrxistin. Tenê di sê salên rêveberiya min de, 3,5 milyon kes tevlî kerta kar bûn.” Trump got.

Serok got Amerîka niha perhemhhênera yekem a niftê û gaza xweristî ye li cîhanê.

Di derbarê rêkeftina bazirganî ya di navbera Amerîka û Meksîk û Keneda de ku bi navê NAFTA tê nasîn, Trump got:

“Gelek siyasetmedar hatin û çûn û soz dan ku NAFTA biguhêrin, lê wan tiştek nekir. Li tersî wan, min sozên xwe pêk anîn. Şeş rojan berê, min NAFTA guherand û rêkeftineke nû li gel Keneda û Meksîkê îmze kir.”

Trump di gotara xwe de piştgiriya xwe ji bo dûrxistina serokê Venezuela Nicolas Maduro ragihand û serkirdeyê opozisyona wî welatî Juan Guaido wek serokê rewa binav kir û bixêrhatina wî kir. Guaido di gotara Trump de amade bû.

juan guaido
juan guaido

Di mijara ewlekariyê de Trump nîşan bi wê yekê da ku rêveberiya wî berevaniyeke bihêz ji bo ewlekariya niştimanî dike, ew berevaniya jiyana Amerîkiyan dike û kar dike ji bo bidawîanîna şerên Amerîka li Rojhilata Navîn û vegerandina hêzên Amerîkî bo malên wan.

Wî got, piştî ku Daişê navçeyên berferh li Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn, di dema rêveberiya wî de, niha Daiş ji sedî sed têk çûye.

Trump her wiha behsa kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî kir û got ew berpirs bû di ber kuştina gelek Amerîkiyan de û pêwîst bû ew were jinavbirin.

Ji bilî mijarên jorîn, Trump behsa perwerde, tenduristî avakirina jêrxaneyan, û gelek mijarên din kir û soza çaksaziyên bêhtir da.

Di dawiya gotara xwe de Trump got:

“Bapîrên me komara herî bê hempa di dîroka mirovatiyê de ava kir, û em jî wê ji her demekê berê mezintir dikine.”

XS
SM
MD
LG