Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Xîlafeta Daişê Amadeye ku Hilweşe


Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de got xîlafeta ku Daişê ragihandibû êdî amade ye hilkweşe, lê wî huşdarî da ku wê bi sedan çekdarên Daişê xerabiyê belav bikin eger welatên hevalbendên Waşintonê wergirtina wan red bikin.

Trump berê gotibû ku wê di nava 24 demjimêran de ragihandineke baş di derbarê Sûriyê de bê belavkirin.

Trump
Trump

Wî di twîta xwe de got:

“Amerîka ji Brêtanya, Frensa, Almanya û hevalbendên din ên Ewrupî daxwaz dike ku 800 çekdarên girtî li Sûriyê wergirin û dadgeh bikin… altirnatîv ne baş e û emê neçar bin wan azad berdin.”

Trump di twîteke din de got:

“Amerîka naxwaze çekdarên Daişê li ber çavên wê derbasî Ewrupa bin, cihê ku pêşbîne ew biçin.”

Trump
Trump

Trump di twîta xwe de nîşan bi wê yekê da ku piştî serkeftina sed ji sedî ewê ji Sûriyê vekişin.

Axaftinên Trump tên di demekê de ku komandarên Hêzên Sûriya Demokrat dibêjin êdî Daiş di navçeyeke gelekî biçûk de hatiye dorpêçkirin.

XS
SM
MD
LG