Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Wî Kombûneke Nepênî ligel Talîbanê ji Nav Bir


Trump
Trump

Serokê Amerîka Donald Trump di zincîreka twîtên xwe de şeva borî ragihand ku wî pilanên kombûneke girêdayî axaftinên aştî yên Afghanistanê, ku biryar bû li wîlayeta Maryland bê lidarxistin, ji nav bir, piştî teqîna bi erebeyekê li Kabula paytexta Afghanistanê ku 12 kes kuştin, di nav de jî serbazekî Amerîkî.

Trump got Talîbanê ev êrîş pêk anî “ji bo avakirina hejmûniya xwe ya sexte.”

Serok got eger Talîban” nikare erê bike li dor agirbestekê di dema van axaftinên pir girîng ên aştiyê de, û bi ser de jî 12 kesên bêguneh bikuje, wê demê wê desthilat nîne ku li dor rêkeftinekê guftûgoyan bike. Ew ta çend dehsalên din amade ne şer bikin.”

Ev twîtên Trump qet ne pêşbîn bûn, ji ber ku guftûgo hema berî çend demjimêran berdewam li Doha ya paytexta Qeterê di navbera berpirêsn Amerîka û Talîbanê de.

Talîban bi xwe jî bi erênê li van axaftinan temaşe dike.

Ev bû çend meh in guftûgoyên aştiyê di navbera Amerîak û Talîbanê de bi rê ve diçine, lê Talîban red dike agirbestekê ragihîne.

XS
SM
MD
LG