Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî ragihand ku rêkeftina aştiyê ya îro Şemiyê li Dewha ya paytexta Qeterê di navbera Amerîka û Talîbanê de hatibû îmzekirin ”dawî li şerekî dûr û dirêj tîne”.
Trump dupat kir ku eger pêwîst be wê Amerîka bi tundî vegere.
Axaftinên Trump tên çend demjimêran ji ragihandina rêkeftina dîrokî ya di navbera Amerîka û tevgera Talîbanê de.
Wî got “em serkeftî bûn di dawîanîna terorê de li Afghanistanê û niha dem hatiye ku hêzên me vegerin.”
Serokê Amerîka pîrozbahiya xelkê Afghanistanê kir û nîşan bi rola hevpeymanên NATO da ku alîkarbûn di gihîştina vê encamê de.
Serok her wiha got ewê di demeke nêzîk de li gel rêberên tevgera Talîbanê kom bibe û hêvî kir ku Talîban mercên rêkeftinê pêk bîne.