Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Karantîn ne, Lê Dibe Hin Cihên Taybet li Wîlayetên NY, NJ, û CT Werin Girtin


Serokê Amerîka Donald Trump bîrokeya karanînkirina wîlayetên New York, New Jersey û Connecticutê bi dûr xist, lê li şûna wê, wî doh êvarî şîretên sefernekirinê dan, ji bo kêmkirina belavbûna vîrusa korona.

Cîgirê serok Mike Pence di twîtekê de got Navenda Kontrolkirina û Nehîştina Nexweşiyan (CDC) bang li rûniştvanê van hersê wîlayetan kir ku di van 14 rojên pêş de seferên ne pêwîst nekin.

Bîrokeya karantînkirinê ji aliyê hakimên wîlayetan ve derket holê, di nav de jî hakimê komarî yê wîlayeta Florida Ron DeSantis ku hewl da rêwiyên wîlayetên vîrus lê belavbûyî derbasî wîlayeta wî nebin. Lê hewldana wî rastî rexneyên tund hat ji serkirdeyên wan wîlayetan ve, ku wan got wê ev tirsekê di nav xelkê de derxe pêş.

Trump ragihand ku wî ev biryar daye, piştî rawêjkariya li gel tîma Koşka Spî ya rûbirûbûna vîrusa koronayê ku ew serkirdayetiya hewla vehewandina vîrusê li wan sê wîlayetan dike.

Trump diyar kir ku wî ferman daye CDC ku “Huşdariyeke Tund a Seferê” derxe û hakimên wîlayetan wê pêkbînin û rawêjkariyê bi hikûmeta Fedralî re bikin.

Wî got: “Dê karantîn ne pêwîst be.”

XS
SM
MD
LG