Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Tu Nîşanên Vegera ji Avakirina Dîwarê li gel Meksîkê Diyar Nake


Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê tu nîşan diyar nekirin ku wê hinekî nerm bibe li dor daxwaza xwe ya avakirina dîwarê li ser sînorê Meksîkê û got ji aliyê wî ve tu sistbûn nîne.

Trump, berî ku biçe wîlayeta Marylandê ji bo gotûbêjkirina ewlekariya sînor li gel berpirsan, wî li koşka Sipî ji peyamnêran re got:

"Divê em dîwar ava bikin. Ew dikare ji pola be.”

Trump bi partiya Demukratan re di nakokiyekê de ye li dor daxwaza wî ya bêhtirî 5 milyar dolar ji bo avakirina dîwêr, ku bûye sedema girtina çeryek ji dezgehên hikûmeta Amerîka bo 16 rojan û hîn jî berdewam e.

Girtina hikûmetê vê carê, yeke ji girtinên herî dirêj di dîroka Amerîka de.

Trump got:

"Renge girtin sibe bidawî bibe, yan renge bêhtir dirêj bike.”

Wî got, “xelkê ku dengê xwe nedabû Trump jî ewlekariya sînor dixwazin."

XS
SM
MD
LG