Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Welatê Meksîk Dike û Gelê Wê Matmayî Dimîne


Ajansa Associated Press ji Mexico City radigehîne ku, serê sibeya roja çarşemê gelê Meksîkî bi nûçeya serdana kandîdê Komariyan yê serokatiya Amerîka Donald Trump ageh bûne, ew hêbetmayî mane kanê çima Enrique Pena Nieto serokê Meksîk dê pêşwaziya Trump bike weke mêhvan.

Donald Trump di nava gelê Meksîkî de nayê hezkirin, helwestek wan li hember Komariyan heye û ew hêbet mayî mane kanê çima serokê wan Pena Nieto ew xistine rewşek xerab û daxwaznama Trump û serdana wî ya Meksêk qebul kirîye, jiber ku Trump penaberên Meksîkî yên li Amerîka biçûk xistine û ew weke destdirêjkar û kujer binav kirin e.

Şirovekarê ewlekariyê li paytext Mexico City Alejandro da zanîn ku ew bi hêviye Hillary Clinton jî bihê bangkirin, ev tê wateya bangkirina herdu kandîdên serokatiya Amerîka lê kesekî bawer nedikir ku Trump pêşiyê dê bihê pêşwazîkirin.

XS
SM
MD
LG