Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Sîstema Saxlemiyê ya Îdara Obama Tund Rexne Dike


Donald Trump kandîdê Komariyan yê serokatiya Amerîka rexneyên tund li xizmeta saxlemiyê girtin, ya serdema Îdara serok Obama ku, bi navê çavdêriya Obama (Obama Care) dihê naskirin.

Doh Sêşemê Trump bo gropek ji endamên yaneya xwe ya Lîstina (Golf) ê li bajarê Doral li eyaleta Florida gotarek pêşkeş kir, Trump got rêvebiriya Obama dibêje sala bihêt dê rêjeya 25% ya bihayê mezaxtinên Çavdêriya Obama (Obama Kêr) zêde bibe, lê ne wehaye dê 60, 70 û 80% zêde bibe, divê ev sîstem bihê helweşandin û sîstemek nû bihê danîn, weke Donald Trump dibêje.

Di vê heftiyê de revebiriya Obama ragihand ku, di sala 2017an biyahê bîma saxlemiyê ya bi navê (Obama Care) çavdêriya Obama 22% dê zêde bibe.

Trump dîsan di axiftina xwe de balkişand ser dengderên Hispanîk û got"ji karmendên bo şerîketên min kar dikin 80% xelkê Hispanîk in", yanî ew kesin yên ji welatên Amerîka latînî û Meksîk û Espanî ziman axêv hatine.

Kêmtir ji du heftiyane Donald Trump bi hemû hêza xwe dixwaze raya dengderan bi aliyê xwe de bikêşîne, lê dîsan jî, kandîda Demokratan bo serokatiyê Hillary Clinton di gelek rapirsan de li pêşiya Trump e.

XS
SM
MD
LG