Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê ragihand ku, Wî biryar daye bi temamî xwe ji Karê kampanî û bazirganiyê vekîşîne û berê xwe bide karên serokatiyê.
Trump da zanîn ku, ew dê rewşeke weha peyda bike, dûberî nekeve nav karên wî yên bazirganî û yên serokatiya Amerîka, wî got"Ewê bi temamî bala xwe bide ser pirsên serokatiyê".
Trump ev yek di hesaba xwe ya taybet ya Twitterê de jî anî ziman û tekez liser wê yekê kiriye ku, ew dê sozên wî di kampêna hilbijartinan de dabûn bicih bîne û Amerîka cardî vegerîne ser hêza berê.
Wek tê zanîn ji dema kampêna hilbijartinan ya serokatiya Amerîka heta niha pirsa têkiliya serokatîya Amerîka û karên bazirganî yên Donald Trump di rojeva Amerîka de ye.