Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Çînê Dixwaze ku Derheqa Belavbûna Korona Zelal Be


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê ji Çînê xwest ku derheqa belavbûna vîrusa korona zelal be û hemî agahîyên berdest bi cîhanê re parve bike.

Trump, li dervayê Qesira Sipî, berî ku here eyaleta Arizona ji nûçegîhanan re got ku ewê rapora xwe ya derbarê jêdera belavbûna vîrusa korona biweşînin, lê wî negot ku kengî û ti hûrgilîyên fin nedan.

“Emê di demekê de, bê guman raporta xwe eşkere bikin.”

Trump, ku berê rêvebirina Çînê ya krîza belavbûna koronayê pesandibû, careke din Pekîn bi zimanekî rexne kir ku di peyvajoya belavbûna korona de ne zelal e.

“Em ji wan dixwazin ku vekirî û zelal bin. Em dixwazin rastîyan bizanin ku tiştekî wiha careke din dubare nebe,” Serok got.

Wezîrê Derve yê Amerêka Mike Pompeo jî roja Yekşemê gotibû ku gelek delîl hene ku vîrusa korona ji laboratuvarek Çînê derketiye.

Hikûmeta Çînê bi pêgirî red dike ku wan hûrgilîyên vîrusa korona veşartine.

XS
SM
MD
LG