Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hişyarî Dide Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li Îdlibê Sivîlan Nekujin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê hişyarî da Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê ya Sûrîyê sivîlan nekujin.

Wî pesna Tirkîyê da ku dixwaze rêgirî li kuştina sivîlan li Îdlbilê bike.

“Rûsya, Sûrîyê û Îranê aniha bi hezaran sivîlên masûm dikujin yan hazirî dikin ku bi hezaran ji wan li Îdlibê bikujin. Wî tiştî nekin!” Tirkîye pir dixebite ku vê yekê rawestîne,” Trump ji hesaba xwe ya twiterê got.

Hêzên Sûrî û Rûsî di rojên dawî de êrîşên xwe yên ser Îdlibê, ku cîhê dawî ya di destê serhildayan de ye, zêdetir kirine.

Berdevikê Seroktîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin roja Sêşemê, piştî hevdîtina bi Rûsan re gotibû ku Moskow dê bixebite ku êrîşên ser Îdlibê bisekinîne.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG