Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Împîçkirina Trump li Civata Senatoran Didome


Rûniştineke doza împîçkirin li Civata Senatoran

Doza împîçkirina serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê li Civata Senatoran ya Amerîka berdewam dike.

Dadhehkirina Trump doh, roja Sêşemê destpê kiribû. Pêyvajoya darizandina Trump ya Çarşemê de îdayên 9 dozgerên ku ji endamên Civata Nûneran pêk tên were guhdar kirin.

Di dema darizandina de, 16 saetên her yek alîyêke -Dozgerên împîçkirinê û tîma parastina Trump- hebe ku gotarên xwe pêşkeş bikin.

Piştre, bi tevahî çar demjimêr ji bo pirsên Senatoran were dayîn.

Li ber e ku îroj Çarşemê, dozgerî û parastin ewê ser bingeh û naveroka tawanbarîyê biaxifin.

Trump bi teşwîqkirina êrîşa dijî avahîya Kongresa Amerîka ya ji alîyê komek alîgirên wî ya di 6'ê Rêbendanê de tê tawanbar kirin.

Civata Senatoran roja Sêşemê (9 Sibat 2021) piştî axaftinê n her du partîyan ser qanûnîbûna darizandina bo împîçkirina Serokê berê Donald Trump dengdan çêkir.

Civata Senatoran li hember 44 dengan bi 56 dengan biryar da ku doza împîçkirinê li gor qanûna bingehîn ya Amerîka ye.

Berpirsê dozgerên împîçkirinê yên Deomokratan û endamê Civata Nûneran Jamie Raskin roja Sêşemê got ku heke serokekî jiber kiryarên xweyên di hefteyên xweyên dawîyê yên de li ser kar neyê darizandin, êwê ev yek rewşeke nû ya xeter biafirîne.

Hevdem, Demokratan vîdyoyeke êrîşa hemberî Kongresa Amerîka ya roja 6' ê Rêbandanê ku aligir ên Trump dij qanûnî dikevin hindûrê avahîya Kongresê û ewlehîya qanûndaneran dikin nava xeterîyeke mezin, nîşanê Senatoran dan.

Parêzerê Trump Bruce Castor Jr. di axaftina xwe ya parastinê de got ku jiber ku dema seroktîya Trump bi dawî bûye, li gor qanûna bingehîn nemimkin e ku bi îdayên tawanên di dema seroktîya wî were darizandin.

Castor Jr. got ku heke Trump tawanek kiriye, 'wî desteser bikin, ' niha ku ew hemwelatiyek taybet e û nema mafên wî ya parastina ji darizandinê heye.

"Jiber ku piranîya Civata Nûneran naxwaze ku Donald Trump di siberojê de wek hevrikekî sîyasî bibîne em li vir in." Castor Jr. got.
Herwiha, Castor Jr dîyar kir ku divê ti kes jiber gotinên xwe yên sîyasî cezayê nestîne.

Parêzerê din yê Trump, David Schoen, Demokrat tawanbar kir ku ew ev doza împîçkirina hemberî Trump bi armanca tunekirina Donald Trump ji qada sîyasî ya Amerîka, dimeşênin.

Hewildaneke jibo astengkirina darizandina Trump ya bi heman sedeman meha borî (ji 100 dengên giştî 55 deng) hatibû pûç kirin.

Di dengdana nû ya Sêşemê de ,6 senatoran Komarî bi dengên xwe dîyar kirin ku darizandina Trump li gor qanûna bingehîn e.

Senatorên Komarî yên darizandina Trump erê kirine Bill Cassidy, Susan Collins, Lisa Murkowski, Mitt Romney, Ben Sasse û Pat Toomey in.
Senatorê Louisiana Bill Cassidy berê piştgirî dabû pêşnîyaznameya Senatorê

Komarî Randu Paul, ku wî dabû zanîn ku doza împîçkirinê dijî qanûna bingehîn e.
Jibo cezakirina Trump piranîya du ji sêyan ya li Civata Civata Senatoran hewce dike. Niha, Civata Senatoran di navbera 50 Komarî û 50 Demokratan de dabeşkirî ye.

Jiber ku hejmarên kursîyên her du partîyan jî li Civata Civata Senatoran wekhev in, bo cezakirina Trump bilî tevahîya 50 Demokratan, divê 11 Senatorên Komarî yên din dengên erênî bidin.

Hejayê balkişandinêye ku Trump di dîroka Amerîka de serokê yekê ku dijî wî du caran peyvajoya împîçkirinê çêbûye.

Civata Nûneran, meha borî serok Trump jiber ku wî bi dilxwazî li dijî hikûmetê serîrakirineke tund li dar xistîyeli hember 197 dengan bi 232 dengan împîç kiribû.

Pişt re, Joe Biden di 20' ê Rêbendanê de wek serokê nû yê Amerîka sond xwar û dest bi kar kir. Serokê berê Donald Trump jî çû mala xwe ya li eyaleta Florida.

Trump daxwaza Demokratan ya beşdarî doza darizandina xwe bibe ku jibo parastina xwe biaxife, red kir. Nayê çaverê kirin Trump beşdarî dozê bibe.

Hejayê bîrxistinê ye ku dadgeh dikare hefteyek yan dirêjtir berdewam bike.





XS
SM
MD
LG