Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Û Împiçkirina Trump


Seroka Civata Nûneran ya Amerîkî Nancy Pelosi û endamên Civata Nûneran

Civata Nûneran ya Amerîka amade ye ku îro jibo împiçkirina serokê berê Donald Trump gotarên xwe bi fermî bişîne Civata Senatoran.

Civata Nûneran Trump jiber têkildarîya êrîşa dijî avahîya Kongresa Amerîka (Capitol) ya ji alîyê komek alîgirên wî ya di serê vê mehê de tawanbar dike.

Darizandina Trump ya li Senatoyê ewê di hefteya 8'ê Sibatê dest pê bike.

Demokrat û Komarîyan lihev kiribûn ku rûniştina li Senatoyê bo demeke kurt derengî bixînin da ku dem hebe ku hem parlamenterên dê wekî dozger kar bikin û hem jî tîma parastina Trump xwe amade bikin.

Hevdem, wexta zêde wê ewê derfetê bide ku hin berbijarên Kabîneya Serok Joe Biden li Senatoyê werin piştrastkirin.

Jibo cezakirina Trump piranîya du ji sêyan ya li Senatoyê hewce dike. Niha, Senato di navbera 50 Komarî û 50 Demokratan de hatîye dabeş kirin.

Jiber ku hejmarên kursîyên her du partîyan jî li Senatoyê wekhev in, jibo cezakirina Trump bilî tevahîya Demokratan, divê 17 senatorên Komarî jî dengên erênî bidin.

Heke Trump were cezakirin, dengdaneke cuda ya piranîya sade dikare berbijarîya Trump ya carek din asteng bike.

Di dîroka Amerîka ya 245 salan de, Trump serokê yekane ye ku du caran tê împîçkirin.

Civata Nûneran Trump di dawîya 2019'an de Trump împîç kiribû, lê Senatoyê erê nekiribû û tavahîya tawanên dijî wî di Sibata borî de pûç bûbûn.

Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer pêwîstîya dadgeha roja Yekşemê destnîşan kir, lê got ku pêvajo divê bi rengeke lezgîn were meşandin.

Schumer ragihand ku her kes dixwaze vê beşa pir xirab ya dîroka Amerîkî li pişt bihêle. Lê, paşgoh kirin dê başbûnê neyîne.

"Rêka yekane avakirina başbûnê ev e ku dadmendîya rastîn e , ya ku ev darizandina vê dabîn dike," wî got.

Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnell û hejmarek qanûndanerên Komarî tundîtûjîya 6'ê R êbendanê şermezar kirin û Trump rexne kirin.

Trump bang li alîgirên xwe kiribû ku bimeşin Kongresê û dema civîna dîyarkirina seroktîya Biden hemberî qanûndaneran derkevin.

Senatorê Komarî Marco Rubio di bernama Fox News Sunda de ragihand ku ew bawer dike Trump bo hin bûyerên rû dane xwedîyê berpirsîyarî ye. Lê, ew dijî darizandina Senatoyê derdikeve.

"Ev ne darizandinek tawanbar ya krîmînal e. Ev pêvajoyek sîyasî ye û dê van dabeşkirinên ku welat hildeweşîne, gûr bike," Rubio got.

Madeleine Dean endama Demokrat ya Civata Nûneran ku dê doza dijî Trump ya li Senatoyê pêşkêş bike ji CNN re axifî.

Dean balkişand ku ewê dozeke zor birêve bibin ku da ku derewa mezin ya ku Trump bo jinûve hilbijartinê kiribû, derxînên holê.

Wê teşwîqkirina serîrakirina ya trump wek sûcek awarte û hovane bi nav kir.

" Gelê Amerîkî dît çi qewimî, " Dean got.



XS
SM
MD
LG