Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Jibo Min Dijwartir Dibe ku bi Îranê re Rêketinekê Çêkim


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku jibo wî dijwartir dibe ku ew bi Îranê re rêketinekê çêke û rewş bi hêsanî dikare ber bi xirabûna ve here.

Trump ew şîroveyên xwe li Qesira Sipî ji nûçegîhanan re got, di vê demê de ku girjîya navbera Îranê û welatên Rojava kûrtir bûye.

Îranê demeke zûtir ya îro îdia kiribû ku hêzên wê 17 sîxûrên Amerîkî desteser kirine û hinek ji wan bi cezayê mirinê mehkûm kirine.

Daxuyanîya Îranê bi berdewamî gotibû ku sixûrên Amerîkî sala borî hatine girtin û wan ji CIA re pêzanînên hesas yên derbarê kargehên navokî û navendên leşkerî kom dikirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişîbû û biryara jinûve anîna toleyên dijî Îranê dabû.

Trump di demên dawî de, li ser peymana navokî û kêşeyên din yên ewlehî, bi eşkereyî qala danûstandinên bi Îranê re dikir, Tehranê digot heta ku tole ranebin, danûstandin jî pêk nayên.

XS
SM
MD
LG