Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê Toleyên Aborî yên Ser Îranê Zêde Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku piştî êrîşên hefteya borî yên ser Erebistana Saudî, ewê toleyên aborî yên ser Îranê zêde bikin.

Washington dibêje ku Tehran ew êrîş li dar xistiye, Tehran vê yekê înkar dike.

Trump ji ser Twitterê ragihand ku wî ferman daye Wezîrê Xezînê Steven Mnuchin ku toleyên heyî yên ser Îranê hîn dijwartir bike, lê wî ti hurgilî neda ku mebesta wî bi zelalî çi ye.

Biryara Trump di vê demê de tê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro çû Erebistana Saudî ku bi karbidestên wî welatî re bicive û gotûbêj bike bersîvdaneke çawa li hember êrîşan were dayîn.

Hilberîna neftê ya Erebistana Saudî di encama êrîşan de bi awayekî berbiçav nizim bûbû û girêdayî wê yekê, nirxê petrolê li bazarên cîhanê jî bilind bûbû.

XS
SM
MD
LG