Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Heta ku Ez Serok Bim, Îranê Wê Nebe Xwedîyê Çekên Navokî


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê li Qesira Sipî gotareke ser krîza bi Îranê pêşkêş kir.

Serok Trump got ku heta ku ew wek serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka bimîne, destûr ji Îranê re neyê dayîn ku bibe xwedîyê çekên navokî.

Trump bi berdewamî got rêvebirîya wek bersîvdana êrîşên Îranê toleyên nû yên dijî Îranê ragihîne, lê wî zelal nekir ku ew ceza dê çawa bin.

"Ew toleyên me yên hêzdar wê bidomin, heta ku Îran reftarên xwe biguherîne."

Îranê dabû zanîn ku êrîş wek tolhildana kuştina general Qasim Silêmanî ve hatine kirin jibr ku mafê wê ya xweparastinê heye.

Pentagonê jî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştin û birîndakirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG