Lînkên eksesibilîtî

Trump Stratejîya Nû ya Ser Afganistanê Eşkere Kir


Serokê Amerîka Donald Trump êvara Duşemê li Bingeha Hevbeş ya Myer-Henderson Hall ya nêzî Washingtonê axaftinek li ser stratejîya nû ya li Afganistanê kir.

“Min pêdaçûnên berfireh li ser Afganistanê kiriye û ji hemî alîyan li rewşa wî welatî nihêrîye. Piştî gelek civînan di nav mehên borî de û piştî kombûna dawî ya ligel kabîneya wî li Camp David, wan stratrejîya nû temam kiriye.

Trump di destpêka axaftina xwe de hin peyamên hembêzkar da û got ku dema tenê endamekî civakê birîndar dibe, civak gîş birîndar dibe û dema beşeke Amerîka dêşe, tevahîya welêt dêşe.

“Dema tenê yek hemwelatî nerêwayî dibîne, em gîş neheqî dibînin. Dilsozîya welatê me hewce dike ku emji hevdû re jî dilsoz bin. Hezkirina ji Amerîka re, pêdivî dike ku hezkirina ji hemî gelê wê re hebe. Dema em di nav hev de ne di aştîyê de bin, em nikarin wek hêzeke aştîparêz bimînin.”

Serok Trump got ku wî piştî sondwarinê ji Wezîrê Berevanî Jim Mattis û tîma wî ya ewlehîya netewî xwest ku pêdaçûneke berfireh li ser bijareyên stratejîk li Afganistan û Asya Başûr bikin.

“Tevî ku nêrîna min ya destpêkê kişandina hêzên me ji Afganistanê bû, jiber berjewendîya gelê me û fêdakarîyên ku hatine kirin, dive em pêngavên biryarder bavêjin. Kişandina hêzên me ya lêz û bez wê valahîyeke neyarane ava bike ku terorîstên mîna DAIŞ û El Qaydê dê wê valahîyê tijî bikin.”

Trump da zanîn ku stratejîya Amerîka ya li Afganistan û Asya Başûr wê bi awayekî berbiçav biguhere û ser bingeha pêdivîyên li erdê were meşandin û ewê ti car ji berê de ranegihînin ku kengî dest bi operasyonên leşkerî bikin û kî çax dawî li wan operasyonan bînin.

Serok bi berdewamî got ku ewê derheqa hejmara hêzên Amerîkî û kiryarên leşkerî nepeyîve, lê demên ku ji berê de dîyarkirî, lê hewcedarîyên ser erdê wê bibe pîvana wan.

“Divê dijminên Amerîka ti car planên me nizanin ku xwe li gor wê amade nekin. Ezê nebêjim em kengî êrîş bikin, lê êrîş de pêk werin.”

Trump bi bîr xist ku ewê li kelêka rêbazên leşkerî, hêza Amerîkî ya dîplomatîk û aborî jî bi kar bînin ku encamên erênî bi dest xin.

“Dibe ku rojekê çareserîyeke sîyasî pêkan be û Amerîka di şerê dijî Talîbanê de, bi berdewamî alîkarîya hikûmet û artêşa Afganistanê bike.

Serok bang li gelê Afganî kir ku xwedî li siberoja xwe derkevin, civaka xwe bi rêve bibin û aştîyeke mayînde pêk bînin.

Trump ji Pakistanê jî xwest ku rêxistinên terrorist yên wek Talîbanê nehewîne ku gefan li ser ewlehîya herêmê dikin.

“Ku Pakistan hevkarî bi bi Afganistanê bike, hîngê ew jî gelek feyde bibîne, lê ger bi berdewamî terorîst û tawankaran bihewêne, wê demê ew dikare pir zararê bibîne.”

Serok Trump di axaftina xwe de cî da Hîndistanê jî û bi bîr xist ku ew welat ji hevkarîya ligel Amerîka pir mefa dibîne.

Wî ji Hîndistanê xwest ku derbarê ewlehîya Afganistanê de, taybetî jî di warê alîkarîya ekonomîk û pêşvebirinê de pirtir alîkarîya Amerîka bike.

XS
SM
MD
LG