Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Daxwaza General Nicholson, Trump bi Serokomarê Afganistan'ê re Axifî


Leşkerên Amerîkî li Afganistan'ê

Qesra Spî ragihand ku do Pêncşemê, Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Afgan, bi rêya telefonê ser ewlekarîya Afganistan'ê axifîne.

Axaftina ser telefonê, piştî bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Afganistanê General John Nicholson, daxwaza pirtirkirina leşkeran kir pêk hat.

''Trump û Serokomarê Afganistanê Ashraf Ghani, ser xurtkirina têkilîyan, têkoşîna li dijî terorê û pêşvebirina aborîyê peyîvîn'' di daxuyaniya Qesra Spî de hat gotin.

Balyozê Afgan li Washington'ê dîyar kir ku 2 meh berê jî Trump bi Ghani re axifîye, lê ew axaftina fermî ya yekê ye.

General Nicholson eşkere kiribû ku şer giheştiye asteke ku hêzên Afganî yên bi piştgirîya Amerîka û Talîban û grubên din nikarin hevdû têk bibin. Wî gotibû jibo şikandina rewşa asêbûyî divê çend hezar leşkerên nû tev li 8,400 hêzên şerker yên Amerîkî bin ku vê gavê li Afganistanê ne.







XS
SM
MD
LG