Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Piştî Lihevkirina ligel Talîbanê jî Hêzên Me Wê li Afganistanê Bimînin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê got ku armanca wan ew e hejmara hêzên Amerîkî yên li Afganistanê were kêm kirin û 8,600 Amerîkî li wî welatî bimînin.

Trump got ku piştî cîhanîna rêketineke ligel Talîbanê ya dawîkirina şerê 18 salan jî hêzên Amerîkî dê bi berdewamî li Afganistanê bimînin.

“Niha dora 14,000 endamên leşkerîya Amerîkî li Afganistanê ne û 5,000 ji wan di operasyonên dijterorê de cîh digirin. Em plan dikin ku hejmara hêzên xwe bikşînin 8,600 kesan.”

Talîbanê roja Çarşemê ragihandibû ku ew û Amerîka nêzî “lihevkirineke dawîn” bûne.

XS
SM
MD
LG