Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Hin Leşkerên Xwe yên li Almanya Vedikişînin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku ewê hin leşkerên xwe yên li Almanya vekişînin.

Donald Trump da zanîn ku ewê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Almanya ji 34500 daxin 25,000’î.

‘’Piştî me ew hejmar daxist 25,000’î emê binêrin ka em ber bi kê derê ve diçin.’’ Trump got.

Trump, Almanya, ku hevalbenda Amerîka ya NATO ye, jiber budçeya kêm ya bo berevanîyê careke din rexne kir.

Wî dîyar kir ku ew berevanîya Almanya dikin, lê ew ''tawanan pêk tînin'' û li gor wî ew tiştekî ‘’bêwate’’ ye.

Serokê Amerîka da zanîn ku ew dê bi vekişandina leşkeran cezayekê bidin Almanya û bal kişand ku wan leşkeran pereyên pir distandin û li wî welatî xerc dikirin.

Li Almanya 34500 leşkerên Amerîkî hene û 17,500 sîvîlên Amerîkî jî bo karên Pentagonê dixebitin.

Hin bingehên girîng yên Amerîka li Almanya ne ku ew ji Rojhilata Navîn re navendên derbazbûnê ne.

Ji alîyê din ve, 22 endamên Komarî yên ji Komîteya Xizmetên Çekdarî yên Civata Nûneran bi nameyekê ji Trump xwestin ku careke din ser vekişandina leşkeran bifikire.

Wan Komarîyan dîyar kir ku ‘’gef’’ên Rûsya yên li herêmê bi dawî nebûne û gotin ku vekişanina leşkeran dê bo Moskowê bibe ‘’fersend’’ek.

Demokratê payabilind yê ji Komîteya Xizmetên Çekdarî yên Civata Senatoran Jack Reed jî îdia kir ku Trump bi vekişandina leşkeran dixwaze ‘’rindîyeke nû’’ li Serokê Rûsya Vladimir Putin bike.

Li ber e ku Amerîka piranîya leşkerên ji Almanya werin vedikişîne bişîne Polonya.Trump havîna borî li Qesira Sipî bi Serokomarê Polonya Andrzej Duda re kom bûbû û ew li ser vê planê axifîbûn.

Duda gotibû ku ger li Polonya bingeheke Amerîkî ya mayînde çêbe ew dikarin pirtir ji 2 mîlyar dolar alîkarî bidin û dîyar kiribû ku ew navê bingehê jî ‘’Fort Trump’’ deynin.

XS
SM
MD
LG