Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Îranê Dike ku Dijî Amerîka Gefan Nexwe


Serokê Amerîka Donald Trump bang li Îranê kir ku dijî Amerîka gefan nexwe.

Trump ji Twitterê ‘’Ger Îran bi Amerîka re cengê dixwaze ewê bi her awayî dawîya Îranê be’’ nivîsî.

Yek ji fermandarên payabilind yên Îranê Huseyîn Selamî dabû zanîn ku ew ji şerekî bi Amerîka re natirsin.

Serok Trump ji Fox Newsê re jî da zanîn ku ewê nehêlin ku çekên navokî yên Îranê hebin.

Karbidestên Washington û Tehranê her çiqas dîyar dikin ku ew cengê naxwazin jî girjîya sîyasî û leşkerî ya di navbera her du alîyan de di rojên dawî de gur bûye.

XS
SM
MD
LG