Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Rêvebirîya Trump: Amerîka Hewil Dide ku Agirbesta li Bakurê Sûrîyê Mayînde Be


Karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Serok Donald Trump dîyar kir ku ew bo agirbesta li Sûrîyê mayînde be, bi Tirkîyê re dixebitin.

‘’Di dawîya 120 demjimêr de, liveke leşkerî ya Tirkîyê dê li gor Amerîka nîşan bide ku Tirkîye peymanê binpê bike û dê di encama vê yekê de tole rû bidin’’ karbidestê Amerîkî got.

Wî da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji wan re dîyar kir kiriye ku wan li gor peymana Amerîka û Tirkîyê hemî berpirsîyên xwe anîne cîh û hemî hêzên xwe ji sînor vekişandine.

‘’Li gor peymanê em difikirin ku Tirkîyê dê qebûl bike ku vekişîn pêk hatiye û ew jî raber dike ku rawestandina operasyonê mayînde be. Ew agahîyeke baş e.’’ wî karbidestî got.

Wî dîyar kir ku ew hevdîtina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku ger peymana Enqere û Moskowê bo ewlekarîya bakurê Sûrîyê çêke ewê bo Washingtonê fikar çêbin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG