Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Jiber Pêşketina Aborîya Amerîka Serbilind Im


Serokê Amerîka Donald Trump li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davos ya Swîsreyê axifî.

Trump berî axaftina xwe ya bo forumê darizandina ser împîçkirinê ya li Civata Senatoran şermezar kir.

Di axaftina xwe ya bo forumê de, Trump bal kişand ser aborîya Amerîka û îqlimê.

Wî axaftina xwe ya li Davosê ya berî du salan bi bîr xist û got ku wî wê çaxê gotiye ku wan dest bi pêşxistina aborîyê kiriye û ew niha jiber pêşketinê serbilind e.

Trump da zanîn ku ewê piştgirîyê bidin kempeyna Foruma Aborî ya Cihanî ya ser çandina daran û dîyar kir ku ava û hewaya Amerîka bi pakbûna xwe li pêş e.

Serokê Amerîka got ku divê bizavkarên îqlimê ‘’senaryoyên xirabî’’yê red bikin û divê cîhan geşbîn be.

Trump di piranîya axaftina xwe de dîyar kir ku aborîya Amerîka di dema desthilata wî de pêş ketiye û bi pesn qala peymanên bazirganîyê yên bi Çîn, Amerîka û Meksîko re kir.

XS
SM
MD
LG