Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Amerîkîyan Dike ku Pirtir ji 10 Kesan li Hev Kom Nebin


Serokê Amerîka Donald Trump bang li Amerîkîyan kir ku ji 10 kesan pirtir li hev kom nebin.

Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de got ku divê zarok li mal perwerde bibin û divê heta ne pêwîst be kes rêwîtîyê neke.

Wî dîyar kir ku ew li bendê ne ku belavbûna vîrusa korona di meha Tîrmeh yan Tebaxê de yan jî di mehên hîn pêş de raweste.

Li ser pirsa ewê bo nexweşên vîrusa korona wek Çînê nexweşxaneyên taybet vekin yan na, Trump got ku ‘’Ez hêvî dikim ku em wê astê nebînin’’ û dîyar kir ku avahîyên bo nexweşxaneyan dinirxîne.

Trump da zanîn ku armanca wan ya sereke têkbirina vîrusa korona ye û dîyar kir ku dibe ku piştî krîza korona aborî jinûve geş bibe.

XS
SM
MD
LG