Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Axaftina Xwe ya Yekê de Soz Xurtkirina Amerîka Da


Serokê Amerîka Donald Trump di axaftina yekê ya seroktîya xwe de soza nûveavakirina avakirina Amerîka da.

Wî got ewê ji îro pê ve bi hevre bixebitin û hewila dîyarkirina siberoja Amerîka û gelê Amerîkî bidin.

Trump di destpêka axaftina xwe de spasîya Serok Obama û hevjîna wî Michelle kirk u di qonaxa veguherîna desthilatê de bi germî pêşwazîya wan kirine.

Serok Trump da zanîn ku girîngîya vê rojê ne ew e ku desthilat ji partîyekê derbaz partîyeke din dibe, lê desthilat dikeve bin kontrola gelê Amerîkî.

Berevajîya axaftinên dema kempeynê, Trump peyamên hembêzkar dan û bal kişand Amerîka welatê reş, qehewî û sipî yê hemî kesan e û nirxê hevpar welatperwerîya Amerîkî ye.

“Em yek netew in – êşa gelê Amerîkî êşa me ye, xewna wan xewna me ye; û serkeftina wan dê bibe serkeftina me. Em dilekî hevbeş, maleke hevbeş û çarenivîseke hevbeş parve dikin. Snda ku ez îro dixwim, soza min ya ji hemî Amerîkîyan re ye.”

Serok Trump di axaftina xwe de cîh da aborî jî û soza afirandina karên nû û baştirkirina karkerên Amerîkê da. Wî rexne li rêvebirîyên berê kir ku dewlemendîya çîna navendî ya Amerîkî birine û li beşên din yên cîhanê belav kirine.

“Ji îro pê ve em li pêş xwe dinêrin û emê bi vîzyoneke nû welatê xwe birêve bibin û berî hemî tiştan,emê Amerka bînin pêş.”

Trump wek di dema kempeynê gelek caran gotîbû, di vê axaftinê de jî qala şerê dijî rêxistinên tundrê kir û soza tunekirina îslama radîkal da.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump do roja yekê de dest bi îmzakirina hin biryar kirin ku ji wan yek jî bi fermi ragihandina National Patriotism Day anku Roja Netewî ya Welatperwerî ye.

XS
SM
MD
LG