Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Ser Vîrusa Korona Axaftinekê Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dê derbarê vîrusa korona ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) xistibû kategorîya pandemîk biaxife.

Li ber e ku Trump wê axaftinê bi demjimêra Amerîkî di 20:00 de bike.

Tê çaverêkirin ku Trump ser sînordarkirinên serdanên Ewrupa û sîgortayên aborî û saxlemîyê bipeyîve.

Trump berî axaftina xwe ji Twitterê jî ser vîrusa korona nivîsî û Demokrat rexne kirin.

‘’Divê hin kes ji Demokratên li Kongresê re bêjin ku vîrusa korona bala xwe nade ser û nabêje hûn ji kîjan partîyê ne. Gerek em hemî Amerîkîyan biparêzin.’’ Trump got.

Wî spasîya tîma dijî vîrusa korona dixebite kir û dîyar kir ku ew 24 saetan li ser kar in.

Serokê Amerîka bi berdewamî da zanîn ku doktor û karbidestên saxlemîyê yên herî baş yên cîhanê li cem wan dijîn û dîyar kir ku ewê bo dîtina dermanê vîrusa korona dest bi planekê bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG