Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Tundî Bersîva New York Times Da


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ragihand ku wî çend mîlyon dolar bac daye û piştre mafê daxistina bacê û wergirtina kredîyê qezenc kirîye.

Serok Trump herwiha got ku jiber ku qezenca wî ji pirtirî deynê wî bûye, bo hesabkirina bacên wî xala asta daxistî hatiye karanîn.

Serok Trump ê Komarî ser Twitterê bersîva raporta New York Times da û got ku piştî ragihandina bi salan ya zararên giran yên kompanîyên karsazîya xwe, wî di salên 2016 û 2017'an de, tenê 750 dolar baca deheta federal daye.

"Min gelek mîlyon dolaran bac da lê ez wek her kesê din mafdar bûm ku kredî û daxistinê bigirim. Li gor nirxê mal û hebûnên min deynên min pir hindik in," wî li ser Twitter nivîsî.

Rojname New York Times ragihand ku di nav zararên karsazîyên wî de bi sed mîlyon dolaran deynên Trump hene ku van deynan bi kar tîne da ku bacê nede.

New York Times dibêje ku wan ser pêzanînên bacên zêdetirê bîst salan û di derbarê karsazîyên Trump lêkolîn kirine.

Trump New York Times tawanbar kir kubi rêkên neqanûnî agahdarîyên bacê bi dest xistiye, lê rojname Times ev îdaya red kir.

Serok Trump herwiha got ku ew raporta Times ya nerast qebûl nake.

XS
SM
MD
LG