Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump jiber Êrîşa Ser Balyozxaneya Amerîkî li Bexda, Îranê Sûcdar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê jiber êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê Îran sûcdar kir.

"Îranê kontratkarê Amerîkî kuşt û gelekên din birîndar kirin. Me bersîvdaneke xurt da û emê tim wiha bikin. Niha Îran hember Balyozxaneya Amerîkî ya li Îraqê êrîşekê bi rê ve dibe. Ewê bi tevahî hesabê wê êrîşê bidin. Herwiha, em li bendê Îraqê ne ku jibo parastina Balyozxanê hêza xwe bi kar bîne û ew hatiye agahdar kirin!” Trump ji ser Twitterê got.

Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka roja Duşemê gotibû ku wek beşeke sîyaseta berfirehbûnê, Îran êrîşan pêk tîne û ew nema nikarin çavê xwe ji wan êrîşan re bigirin.

Qumandarê bilind yê Heşda Şaabî Ebu Cemal Cafer Îbrahîmî ku wek Mehdi el-Muhendîs tê zanîn, roja Duşemê gefan li Amerîka kiribû ku ewê dijî êrîşên wê yên esmanî bersîvdaneke tund bidin.

Muhendîs gotibû ku xûna şehîdan wan dê li erdê nemîne û ewê dijî hêzên Amerîkî li Îraqê bersîvdana gelek tund bidin.

Di êrîşên esmanî yên Amerîkî yên dijî hêza Ketayîb Hîzbulah de herî kêm 25 kes li Îraqê û Sûrîyê hatibûn kuştin û 55 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG