Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Wezîrê Dadê Barr Karvekişîna Xwe Ragihand


Serok Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku Wezîrê Dadê William Barr bi nameyekê karvekişîna xwe ragihandiye.

Trump dîyar kir ku ew li Qesira Sipî bi Barr re civîye, peywendîya wan baş bûye û wî karê xwe ‘’bi awayekî rind’’ kiriye.

‘’Li gor nameyê, Barr bo rojên xwe yên betlaneyê bi malbata xwe re derbaz bike dê berî Noelê karê xwe berde. Cîgirê Wezîrê Dadê Jeff Rosen dê wek wezîrê şûngir kar bike.’’ Trump nivîsî.

William Barr di serê Berfanbarê de ji AP’ê re dîyar kiribû ku wan ser hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê ti sextekarîyeke ku dikare encaman biguherîne nedîtiye û Trump jiber wan gotinan ew rexne kiribû.

Serok Trump îdia dike ku bi taybetî li eyaletên krîtîk di hejmartina dengên bi rêka postayê de sextekarî çêbûne.

Tîma Trump li jimareke eyaletan serî li rêkên hiqûqî da, lê piranîya wan ji alîyê dadgehê ve hatin red kirin.

Barr di nameya karvekişînê de dîyar kir ku wî ji Trump re fikrên xwe yên ser îdiayên derbarê sextekarîyên di hilbijartinê de û helwesta wan gotine.

Wî da zanîn ewê herî dawî di 23’yê Berfanbarê de kar bike.

XS
SM
MD
LG