Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump: Her Tişt ji Berê Baştir Dibe


Serok Donald Trump dîyar kir ku li Amerîka hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona kêm dibe yan sabît dimîne.

Donald Trump li Qesira Sipî da zanîn ku ew bi rewişeke giran re rû bi rû mane, lê wan ew qonax li dû xwe hiştiye û her tişt ji berê baştir dibe.

Trump îdia kir ku yekî dikaribû rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire, lê wî ew kar nekiriye û navê wî jî eşkere nekir.

Wî da dîyar kir ku belavbûna vîrusa korona dikaribû ji nişka ve were rawestandin, lê yekî biryareke cuda daye û rê li ber belavbûnê negirtiye.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 985,000 kesan û 55,952 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG