Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Berevanî li Biryara Nehêlana Hatina Koçberan Dike


Serokê Amerîka Donald Trump berevanî li fermana xwe ya qanûndêr (executive order) kir ku hatina penaber û mirovên ji heft welatên piranî Misilman qedexe dike.

Hevdem, rêxistinên mafên mirovan li seranser welêt nerazîbûna xwe ya hember wê biryara Trump didomînin û endamên Demokrat yên Kongresê jî hazirî dikin ku bi qanûnên nû ew biryar asteng bikin.

Trump di jimareke twîtan de sibeha Duşemê got, “Wezîrê ewlekarîya Navxweyî (Department of Homeland Security) John Kelly ji wî re got ku her tişt bi pirsgirêkên pir hindik dimeşe.”

Wî da zanîn ku “pirsgirekên mezin yên li firîngehan” jiber problem teknîkî ya di kompîterên Delta Airlines qewimîne.

Li gor fermana qanûndêr wergirtina penaberan jibo 120 rojan tê cemidandin û qedexeya 90 rojan li hemwelatîyên Îraq, Îran, Sûrîye, Somalî, Sudan, Lîbya û Yemenê tê danan.

XS
SM
MD
LG