Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje ku Ew Dikarin Dîmenên Kuştina Bexdadî Biweşînin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê got ku ew dikare hin dîmenên operasyona kuştina rêberê DAIŞ’ê Ebubekir Bexdadî bide weşandin.

Ez dikarim nepênîbûna ser dîmenên operasyona kuştina Bexdadî rakim. Em nihia hizra wê yekê dikin,” Trump berî ku here bajarê Chicago jji rojnamevanan re got.

Trump roja Yekşemê gotibû ku Bexdadî di encama êrîşa hêzên taybet yên Amerîkî de bi tirsonekî û bi girîn miribû.

Rêberên cîhanî kuştina Bexdadî bi germî pêşwazî kiribûn, lê hişyarî dabûn ku şerê dijî DAIŞ’ê hîn neqedîye û dibe ku piştgirên wî êrîşên tolhildanî pêk bînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG